شبكة لالش الاعلامية

Ebadî: Em rê nadin Tirkiye beşdarî şerê azadkirina Mûsil bibe

Ebadî: Em rê nadin Tirkiye beşdarî şerê azadkirina Mûsil bibe

Çavkanî :Basnews

– Di kongireyekî rojnamevanî de, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragehand ku, bi ti şêweyî em rê nadin ku, Artêşa Tirkiye beşdarî şerê azadkirina Mûsilê bibe, tekez jî kirk u, şerê Mûsilê dê di dema destnîşankirî destpêbike.

Îro 9 Cotmehê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di kongireyekî rojnamevanî de li bajarê Kerbela ragehand: “Em rê nadin hêzên Tirkiye beşdarî şerê azadkirina Mûsilê bibin, lêbelê em rê jibo wan xweş dikin da vegerin welatê xwe.”

Ebadî daxwaz ji Tirkiye kir ku, di dema şerê azadkirina Mûsilê de bila hêzên xwe li nêzîkî Başîk tevnegerîne û got: “Pilanek Tirkiye heye ku, ajaweyê li axa Iraqê çêke.”

Herwiha eşkerekir, rola hevpeymaniya navdewletî bitenê piştevaniya locistî û şêwirmendiya leşkerî ye û got: “Bi tenê wê hêzên Iraqî beşdarî şerê azadkirina Mûsilê bibin.”

Ebadî tekez kir ku, şerê azadkirina Mûsilê dê dema destnîşankirî de destpêbike, lêbelê ew dem eşkere nekir.

Ev demeke bi sedema hebûna hêzêk Tirkiye li Başîk nêzîkî bajarê Mûsilê, alozî di pêwendiyên siyasî yên Iraq û Tirkiye de çêbûye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şandekî bilind yê welatê Elmanya diseredana xwe bo kurdistanê da digel Êizdî û Mesîhya civya

Lalish Duhok

Serok Barzanî bi boneya 77emîn salvegera PDKê peyamek pîrozbahiyê belav kir

Lalish Duhok

Rojyên Êzî wek(Ferz, Xilmet û Saxlemî)

Lalish Duhok