شبكة لالش الاعلامية

Serokatîya herêmê: Girtina perlemantarên HDPê dê rewşa Tirkîyê aloz bike

Serokatîya herêmê: Girtina perlemantarên  HDPê dê rewşa Tirkîyê aloz bike

Serokayetîya herêma Kurdistanê ragehand; desteserkirina perlemantar û hevserokên HDPê, dê rewşa Tirkîya aloz bike.

Di ragîhandinekê da, serokatîya herêmê serbarî nîşandana dilgranîya xwe li hemberî desteserkirina perlemantar û hevserokên HDPê ji alîyê hikûmeta Tirkîyê ve, xuyakirîye ku metirsî heye ev kiryar bibe egerê alozbûna rewşa Tirkîyê û pirsgirêkan kûrtir bike.

Hêvî jî xwestîye ku ew pirs bê çarekirin û dawî bi desteserkirina hevserok û perlemantarên HDPê bê û girtîyên sîyasî yên wê partîyê bên azad kirin, ji berku ev xizmeta seqamgîrî û pêkve jyana syasî û civakê nake.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş pêşwazî li Vekolerekê Kurd li Zankoya Colemêrgê kir

Lalish Duhok

Gundek li Duhokê ji ber operasyona Tirkiyê hat valakirin

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 13 kesên din bi Koronayê can dan

Lalish Duhok