شبكة لالش الاعلامية

Cîgirê Trump peywendî bi serokê herêma Kurdistanê kir

Cîgirê Trump peywendî bi serokê herêma Kurdistanê kir

Cîgirê Donald Trump serokê nû hilbijartî yê Amerîka, peywendî bi Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê kir û piştevanîya Trump bo gelê Kurd û hêzên pêşmerge ragîhand.

Li gorî ragîhandineka serokayetîya herêma Kurdistanê, îro Mayk Pênis cîgirê Donald Trump serokê nû hilbijartî yê Amerîka, bi rêya telefonê peywendî bi Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê kir û bi navê îdareya nû ya Amerîka, pesna rolê hêzên pêşmerge di şikandina terorîstên Daişê da kirîye û behsa xebat û qorbanîdana gelê Kurd kirîye.

Dîsan cîgirê serokê nû yê hilbijartî yê Amerîka, temama piştevanîya Donald Trump û îdareya navendî ya Amerîka, bo gelê Kurd û hêzên pêşmerge ragîhandîye û dîyar kirîye ku alîkarîyên wan bo herêma Kurdistanê dê berdewambin.

Serokayetîya herêmê daye zanîn jî ku Barzanî û Mayk Pênsî, dupat li berfireh kirina peywendîyên di navbera Amerîka û herêma Kurdistanê da kirîye û Barzanî amaje kirîye ku gelê Kurd gelek qorbanîdaye û hêvî xwestîye ku îdareya nû ya Amerîka, piştevanîyê li daxwazîyên rewa yên gelê Kurd bike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Xelkê Şingalê hewlên xwe bo derxistina PKKê ji Şingalê xurt dikin

Lalish Duhok

Heta niha nêzîkî 1.5 milyar dînar bo mexdûrên lehiya Hewlêrê hatiye komkirin

Lalish Duhok

Kurdên Êzidî di cejna Çarşema Sor de çi dikin?

Lalish Duhok