Serokê encumena Şingalê: PKK Xanesorê dixe ser kantonên Rojava!
BasNews
Serokê encumena bajarê Şingalê dibêje, PKK dixwaze wargeha Xanesorê ya Şingalê bixe ser kantonên Rojavayê Kurdistanê, bona wê jî gelek hêz derbasî wê deverê kiriye.
Serokê encumena Şingalê Weys Nayîf ji BasNewsê re got, PKKê gelek hêzên PYDê ji Rojava derbasî Xanesorê kiriye û niha jî çek bi ser endam û alîgirên xwe de belav dike.
Weys Nayîf her wiha got, li gorî agahiyên me, li Qendîlê ferman hatiye dayîn ku Xanesor bibe beşek ji kantonên Rojavayê Kurdistanê. Niha dixwazin rêveberiya wargeha Xanesorê cihê bikin.
Serokê encumena Şingalê anî ziman ku PKKê ferman daye alaya Kurdistanê li ser avahî û dezgehên fermî yên Xanesorê bînin xwarê û got, di hinek belgeyên wan de tê dîtin ku Xanesor xistine ser Rojava û wek beşek ji kantonan pê re reftar dikin.
Wî rayedarê êzîdî eşkere kir ku dibe ku PKK bi aliyekî Iraqî re li hev kiribin da ku alîkariya PYDê bikin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
