شبكة لالش الاعلامية

Bi çavdêrya berêz”Şêx Şamo” qenepe bo holên laliş li Gundên Xoşaba û Doxata hatine dabînkirin

Bi çavdêrya berêz”Şêx Şamo” qenepe bo holên laliş li Gundên Xoşaba û Doxata hatine dabînkirin

Tora Laliş ya Ragehandinê‌

Bi çavdêrya berêz ”Şêx Şamo” serokê‌ desteya bilnda bingehê‌ laliş , karê‌ drustkirna( 64)metrên qenepa bo holên laliş li Gundên Xoşaba û Doxata hate encamdan.

Îro roja sê‌ şembûyê‌ 4temûza 2017ê‌, jibo xizmeta civakî ya xelkê‌ herdû gundan(28) metir bo hola laliş li Xoşaba û (36) metir bo hola laliş li Doxata hatine encamdan û dabînkirin.

Di beramber da xelk û rîhspyên herdû gundan, supasyên xo arastey serokê‌ desteya blinda bingehê‌ laliş û xizmeta wî ya berdewam kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ruydaneka agrberbûnê li kempa Şarya çêbû û çar xîvet bi temamî sotin Nêzîkî demjmêr 2:00 berê sibeha îroheşt xîvetên awareyên Şingalê li kempa Şarya li sinûrê deverdariya Sêmêlê sotin û ziyan gehştine çar xîvetên dî. Pîr Deyan Ce’fer, rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê bo gav got: li berê sibeha îro roja duşembî ruydaneka agrberbûnê li kempa şarya çêbû û çar xîvet bi temamî û çarên dîjî nîv nîve hatin sotin û çi zyanên giyanî nebûn, belku zyan bitenê madî bûn. Amaje da wê çendê jî, ruydana sotina xîvetan ji egerê şortekê karebê bûye û tîmên agrvemrandinê gehştîne cihê ruydanê û berî agr berfrehbibe, hatiye kuntrolkirin. Rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê da zanîn jî, tevahiya kelupelên pêdvî ji layê wan ve bo ziyan vêkeftyan hatîne dabînkirin û cihê xîvetan dê hête paqjkirin û xîvetên nuy dê bi wan hêne danan.

Lalish Duhok

Nivêsîngeha Laliş li Mehetê hejmareka kesayetyên olî xelat dike

Lalish Duhok

Nasnameya 41 rufatên cînosayda gundê Koço yê Şingalê eşkere bû

Lalish Duhok