شبكة لالش الاعلامية

Bi wêne..Bi dehan çekdarên DAIŞê xwe radestî Hêzên pêşmerge kirin

Bi wêne..Bi dehan çekdarên DAIŞê xwe radestî Hêzên pêşmerge kirin

BasNews

Çavkaniyekî ji nav Hêzên Pêşmerge îro, Sêşemê 29.08.2017 ragehand ku, bi dehan çekdarên DAIŞê li Tilaferê xwe radestî Hêzên Pêmerge kirine.

Çankaniyê daxuyaniyek  ji malpera Someriye News re da û ragehand ku, îro Sêşemê li bajarê Tilaferê bi dehan çekdarên DAIŞê li Tilaferê xwe radestî Hêzên Pêmerge kirine.

Di 20.08.2017 operasyona rizgarkirina bajarê Tilaferê destpêkir, lê di heftiyekê de û bê şer û pevçûnên giran bajar hate rizgarkirin û ew yeke li gor nerîna şirovekarên leşkerî bû cihê gumanê.

Piraniya daniştiyên Tilafer Şîe mezhebin, lewma mîlîşyatên Heşda Şabî di wê operasyonê de beşdarî kirin, Tilafer dike rojavayê bajarê Mûsilê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Laliş Şingal selikên xwarinê li Xankê belav dike

Lalish Duhok

Duhok – Pêşmergeyek bi guleya çeka xwe jiyana xwe ji dest da

Lalish Duhok

Qaymqamê Qeza Şêxan rolê Bingehê Laliş bilind di nirxîne

Lalish Duhok