شبكة لالش الاعلامية

Kesayetyên Êzdyan: Klîla çareserya kêşe û girft û paşeroja me tenê serxwebûn û dewletbûna Kurdstanê ye

Kesayetyên Êzdyan: Klîla çareserya kêşe û girft û paşeroja me tenê serxwebûn û dewletbûna Kurdstanê ye
Tora laliş ya ragehandinê‌/ Duhok

Îro roja dû şembûyê 4eîlula 2017ê komeka kesayetyên civakî û syasî yên gundê Bêbanê seredana bingehê‌ laliş li Duhokê‌ kirin û jibal berêz ”Şêx Şamo”serokê‌ bingehî ve hatine pêşwazîkirin.

li berahyê kesayetyan supasyên xo arastey bingehî û şexsê‌ serokê‌ bingehî kirin, bo girngî pêdan û xizmeta‌ ji alyê‌ civakî yan rewşenbîrî ve dête pêşkêşkirn bo hemû deverên Êzidya , amaje jî kirin ku her pêtvî û daxwazîyeka wan hebe bingehî texsîrî ji wan ra nekrye.

Di layekê dî yê hevdîtnê da bi drêjî gengeşe li ser rewş û pitr xizmetkirna ‌ gundya hate kirin.

Ji alyê‌ xo ve”Şêx Şamo”sozda li gor pêçêbûn û karîna xizmeta xelkê‌ wê deverê ‌ bikt.

hêjay gotnê ye jibo xizmetkirna xelkê gundî ji alyê civakî ve bi çavdêrya”Şêx Şamo”hola laliş ya gundê Bêbanê bi temamî hatye nujenkirn û nû kirn û keftye di xizmeta xelkê deverê da.

Di tewerekê da serokê bingehê laliş û kesayetyên gundê bêbanê girngya prosêsa Rîfrandoma serxwebûna kurdstanê û grngya wê bo civaka êzdyan bi taybetî behs kirin, dihevrabûn ku klîla çareserya kêşe û grft û zamin kirna paşeroja me tenê serxwe bûn û dewlet bûna kurdstanê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li kolana hunerî ya Diyarbekirê huner derket kuçeyan

Lalish Duhok

Pîr Xidir Silêman: “Serxwebûna Kurdistanê xewin û hêviyên Kurdên Êzdî cîbecîdike”

Lalish Duhok

Serokê hikûmetê li gel balyozê Belçîka li Iraq û Urdinê civiya

Lalish Duhok