شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî pêşwaziya serokê parlamentoya Iraqê kir

Mesrûr Barzanî pêşwaziya serokê parlamentoya Iraqê kir

BasNews-Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî kir.

Di civînekê de danûstandin li ser pêşhate û guhertinên Iraqê, herwiha pêwîstiya beşdariya hemû pêkateyên Iraqê di dirustkirina biryaran û dûpatî li ser piransîbên hevbeş û hevsengî û tewafiq di rêveberiya hemû dezgehên welat de at kirin.

Herwiha di cîvînê de jî Mesrûr Barzanî pîrozbaiya xwe gihande Mihemed Helbûsî bi helkefta destnîşankirina wî weke serokê nû yê Parlamentoya Iraqê û hêviya serkeftinê jêre xwest û piştgiriya xwe jê re nîşan da.

Ji aliyê xwe ve serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî sipasiya Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo pêşwaziya wî jêre û tekezî li ser wê yekê kir ku, pêwîste hemû frakisyon bo derkirina yasayan bi hev re kar bikin û bê cudahî xizmeta hemû pêkhateyên Iraqê were kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend biryarên nû derkir

Lalish Duhok

Serok Barzanî serdana sengerên Pêşmerge kir

Lalish Duhok

Deşnê Murad ji bo penaberan stranek amade kiriye: We are one

Lalish Duhok