شبكة لالش الاعلامية

Harîkaryên bingehê‌ laliş bo qutabyên êzdî li zanko û peymangehan di berdewamin

Harîkaryên bingehê‌ laliş bo qutabyên êzdî li zanko û peymangehan di berdewamin

Tora laliş ya ragehandinê‌/Duhok

Li ser raspardên berêz ” şêx şamo” serokê‌ desteya bilnda bingehê‌ laliş, îro 14î nîsana 2019ê‌ harîkaryên darayî liser 44 qutabyên êzdî li zanko û peymangehan hatine belavkirin.

Li ser raspardên berêz “şêx şamo” serokê‌ desteya bilinda bingehê‌ laliş û bi hemahengî digel gişt tayî û nvîsîngehên laliş li hemû deverên êzdya, li goreyî plana darêtî ji bo heyvane harîkarî kirina qutabyên êzdî yên belengaz lvê gerê da 44 qutabyên êzdî yên şingalê‌ li zanko û peymangehên Zaxo mifa ji harîkaryên bingehê‌ laliş wergrtin.

hêjayî gotinê‌ ye bi amadebûna lijna nawça zanko li zankoya Zaxo û êketya qutabyên şingal harîkaryên darayî hatine belav kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî: Newroz wateya têkbirina zulmê û derketina ronahiyê ye

Lalish Duhok

Mehma Xelîl: Çarçoveya Hemahengiyê li ber rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e BasNews – Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ragihand, Çarçoveya Hemahengiyê li ber cîbicîkirina birgeyên rêkeftina siyasî yên asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e. Mehma Xelîl di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de got: “Ji ber tunebûna îradeyeke bihêz ji aliyê Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengiyê ve, nekarîne rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin.” Xelîl diyar kir: “Kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî heta niha rêkarên pratîkî ji bo cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê pêk neanîne, li Şingalê grub û milîsên ser bi Heşda Şeibî li wir in û piştevaniya PKKê dikin, ew grub ser bi baskê siyasî yê Çarçoveya Hemahengiyê ne û li ber asayîkirina rewşa Şingalê rêgir in.” Mehma Xelîl destnîşan kir: “Şingal li derveyî desthilata hikûmeta Iraqê ye û hêzeke biçûk a Iraqî li wir e, bajêr ji aliyê rêxistinên biyanî yên wek PKK û ew grubên ku ji aliyê Heşda Şeibî ve tê piştevanîkirin, tê birêvebirin.” Rêkeftina asayîkirina Şingalê di Cotmeha 2020an de di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li Bexdayê hat îmzekirin, ku van şeş xalên sereke li xwe digre: 1- Hilbijartina qaymeqamê nû. 2- Hikûmeta Federal pirsa ewlehiyê îdare dike. 3- Erkdarkirina 2500 kesan ji xelkê Şingalê û awareyên wê û dirustkirina hêzeke nû. 4- Li Şingalê bidawîanîna PKKê û hemû wan grubên ku pêwendiya wan pê re heye. 5- Ti kesekî ser bi PKKê nabe di wê hêza nû de were erkdarkirin. 6- Hewlêr û Bexda hevahengiyê ji bo avakirina Şingalê û îdarekirina wê bikin.

Lalish Duhok

Konferansa Êzdiyatî berbi ku- pêșeroja Êzdiyan

Lalish Duhok