شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Barzanî, bi şandeke serbazî a Amerîkayê re hevdîtinê kir

Serokwezîr Barzanî, bi şandeke serbazî a Amerîkayê re hevdîtinê kir

BasNews- Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke serbazîya Emerîkayê kir bi serokatîya Ceneral Girîgor Kiroder.

Di dîdarê de ku Şoriş Îsmayîl, Wezîrê Pêşmerge û Sitîvin Feygin, konsulê giştîyê Emerîkayê li Hewlêrê amadebûn. Gotûbêj derbarê dawîn pêşkewtinên İraqê û deverê hat kirin, bi taybet ji bo rûbirûbûna gefên Daişê.

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, sipasîya hêzên Emerîkayê û hêzên Hevpeymanan bi giştî kir bo hevkarîyên wan bo hêza Pêşmerge û amaje bi hevahengîya baş kir di navbera hêza Pêşmerge û hêzên İraqê bo rûbirûbûna Daişê.

Derbarê peywendîyê li gel hikumeta Federal, tekez kir ku danûstandinên herêmê li ser çend astan berdewame bo çareserkirina tevaya arîşeyan li ser binemaya destûrê. Got jî:  gehiştine bi rêkkevtinê li berjewendîya hemû xelkê Îraqê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şingalê de 11 projeyên stratîjîk

Lalish Duhok

serokê desteya bilinda bingehê laliş seredana pêşmergehên di hêrşa duhî da birîndar buîn kir

Lalish Duhok

Seredana Barzanî bo Enqerê yekem encama xwe da

Lalish Duhok