شبكة لالش الاعلامية

Duhok – Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Dêrelokê xîmê nexweşxaneyekê danî

Duhok – Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Dêrelokê xîmê nexweşxaneyekê danî

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xîmê nexweşxaneyeka 100 textî li nahiya Dêrelok ya Duhokê danî.

Îro danê nîvro, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gundê Hêtût yê nahiya Dêrelok ya Duhokê xîmê nexweşxaneyekê danî.

Mesrûr Barzanî di merasima danîna xîmê nexweşxanê de, ku wezîrê tenduristiyê dr. Saman Berzencî û parêzgarê Duhokê Elî Teter û çend berpirsên din yên hikûmetê jî amade bûn, got, em zêde naxivîn lê ew tiştên ku em dibêjin, em bicîh tînin.

Mesrûr Barzanî her wiha got, ez û hemû wezîr û karmendên hikûmetê, em xizmetkarên we ne. ji vir û şûn de jî çi ji destê me were emê xizmeta we bikin.

Nexweşxaneya han, 100 textî ye û dê li ser rûberê 3 hezar metran û di nav 900 rojan de were çêkirin.

Bûdceya ku bo çêkirina nexweşxaneya Dêrelokê hatiye terxankirin, 43 milyon dolar e.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi çavdêrya ”şêx şamo” geşteka zanstî bo 60 qutabyên serkeftî hate encam dan

Lalish Duhok

Balafirên Tirkiyê li Şingalê wesayiteke çekdarên PKKê bombebaran kir

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî xaniyekî diyarî malbata xwendekarekê ku pileya yekem li Kurdistanê aniye dike

Lalish Duhok