شبكة لالش الاعلامية

Şêx Şamo:Weku civaka Êzidy pêtvye rewşa trsnaka belavbûna vayrosê koronayê li berçav werbigrîn

Şêx Şamo:Weku civaka Êzidy pêtvye rewşa trsnaka belavbûna vayrosê koronayê li berçav werbigrîn

Tora laliş:
Rêzdar Şêx Şamo, şêwermendê serokê hikûmeta herêma kurdistanê bo karubarên Êzidyan dyarkir, daxwazê ji xelkê xo yê xoştivî dikeyn pêgîryê bi biryar û rênmayên wezareta saxlemya herêma kurdistanê bikin، jibo rûbrûbûna vayrosê koronayê.
Şêx Şamo, şêwermendê serokê hikûmeta herêma kurdistanê bo karubarên Êzidyan bo(Tora Laliş)ragehand:”Weku civaka Êzidî pêtvye rewşa trsnaka belavbûna vayrosê koronayê li berçav werbigrîn û kombûnên cemawerî bi helkeftên aynî û civakî ve wekucejin û twaf û dawet û tazyan rabgrîn, ji pêxemet parastina giyanê xelk û kesûkarên xo ji vayrosê koronayê”.
Şêxî amaje bi wê çendê da îro ‌ji me di ête xwastin em hemû hevkar û harîkarên hikûmeta herêmê û sazyên peywendîdar bin û pişkdarbin di hşyarya xelkê xoda,daku vê qonaxa djwara belavbûna vayrosê koronayê derbaz bikin bi kêmtrîn zerer û xelkê me yê parastî be.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bajarê Minbicê bi temamî ji destê DAIŞê hat derxistin

Lalish Duhok

Joe Biden bi Telefonê ligel Mesûd Barzanî Peyîvî

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 17 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok