شبكة لالش الاعلامية

Li Herêma Kurdistanê 15 kesên din ji ber pêketina vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê 15 kesên din ji ber pêketina vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan

BasNews – Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, di 24 demjimêrên borî de 843 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 15 kesên pêketiyê vîrusa koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya îro 25.04.2021ê ya Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 843 pêketiyên din ên vîrusa koronayê hatine tomar kirin û bi giştî jî li herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê geheştiye 146 hezar û 31 kesan.

Herwaha li gor heman daxuyaniyê di 24 demjimêrên borî de 15 kesên din ên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê yên jiyana xwe ji dest dane li Herêa Kurdistanê geheştiye 3 hezar û 959 kesan.

Hat ragehandin heta naha bi giştî 122 hezar û 829 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Peyama Pîrozbahîyê Ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bi Helkefta Cejna Rojîyên Êzî.

Lalish Duhok

Xelkê Şingalê hewlên xwe bo derxistina PKKê ji Şingalê xurt dikin

Lalish Duhok

Nivîsîngeha Laliş Binkindî Kongirê xwe yê dûyê gêra û desteya nû hate halbijartin.

Lalish Duhok