شبكة لالش الاعلامية

Şingal- PKKê 2 efserên Pêşmerge revandine

Şingal- PKKê 2 efserên Pêşmerge revandine

BasNews– Çekdarên PKKê 2 efserên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li sînorê Şingalê revandin.

Di nûçeyekê de Kurdistan24ê ragihandiye 2 efserên Pêşmerge li navçeya Şingalê hatine revandin. Ew du efser ji komelgeha Xanesorê ber bi gundê Barê çûn û ketin kemîna çekdarên PKKê û ber bi cihekî ne diyar ve hatin revandin.

Di wê derbarê de Berpirsê Karîger Hêza Pêşmergeyên Şingalê Eqîd Luqman Gulê ji K24ê re ragihand, “Du efserên hêza me yên bi nave Fêro Mîrza Osman û Bedel Emîn Osman) ku pismanên hevdu ne û di moletê de bûn, li xaleke kontrolê ya PKKê di navbera Xanesor û gundê Barê hatin revandin.”

Emîn Osman ku bavê efserekî û mamê yê din e ji K24ê re got: “Her ji dema bihîstina dengoya girtina wan her du efseran, em çûn cem berpirsên PKKê û me ji daxwaza wan kir ta ku azad bikin, lê PKKê red kir ku ew her du efser li cem wan bin.”

Emîn Osman herwiha got: “Şahidê me hene ku çekdarên PKKê ew her du efserên hêza Pêşmergeyên Şingalê revandine. Me molet daye PKKê, eger wan azad nekin, em ê rêkarên din bigirin ber xwe.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Konê Reş: Di 113 Saliya Rojbûna Barzaniyê Nemir de, Çend Gotin

Lalish Duhok

Heşda Şeibî li Şingalê xendekan dikole

Lalish Duhok

Keça Kurda Êzidî: DAIŞê keç û jin dikirin 3 lîste û difirotin

Lalish Duhok