شبكة لالش الاعلامية

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Patrîkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Patrîkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê kir

BasNews – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, rewşa pêkhateya Kildanî û Kirîstiyanên Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî û rewşa koçberên Kirîstiyanî li Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin. Herwiha ronahî xistin li ser rewşa Deşta Neynewa û Kirîstiyanên Mûsilê û herêmê.

Her du alî hevnêrîn bûn ku bawerî û dilniyayî pêwîst e ji bo koçberên Kirîstiyanî vegerin cihên xwe û dest bi avedankirin û vegerandina jiyanê bo navçeyên xwe bikin, ji ber cihê wan di encama êrîşên DAIŞê gelek ziyan gihîştiyê û pêwîstiya wan alîkarî û hevkariya navdewletî heye.

Kardînal Luis Sako pesnê pêkvejiyan, hevqebûlkirin, lêborîn, avedanî, pêşketin û rola serkirdatiya li Herêma Kurdistanê da û dubare kir ku Kurdistanîbûn nasnameyek e hemû pêkhateyên olî û netewî kom dike û koçberên Kirîstanî yên li welatên cîhanê dikarin vegerin ta bi aramî û dilniyayî li Kurdistanê bijîn û hevbeşî û beşdariyê di pêşxistin û avedankirinê de bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê 829 kesên din bi Koronayê ketin

Lalish Duhok

Bingehê laliş tayê şarya duyemîn yada karesata Şingalê bi azad kirina kotrên sipî sax di ke

Lalish Duhok

Şêx Şamo : Paşeroj û parastina xelkê Kurdistanê di wijdana serok Barzanî û himeta hêzên Pêşmergeiyda di binin

Lalish Duhok