شبكة لالش الاعلامية

Li ser biryara Mesrûr Barzanî budceyeke taybet ji bo parêzgeha Helebceyê hat veqetandin

Li ser biryara Mesrûr Barzanî budceyeke taybet ji bo parêzgeha Helebceyê hat veqetandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî budceyeke taybet bi qasî 480 milyon Dînar ji bo parêzgeha Helebceyê ji bo nexweşxaneya dermankirina pêketiyên kîmyabaranê hat veqetandin.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Ji bo girîngîpêdana bi rewşa tendirustî ya welatiyên xweşewîst ên Helebceya Şehîd ku pêketiyên çekên kîmyayî ne, piştî çalakkirin û destbikarbûna nexweşxaneya taybet bi dermankirina pêketiyan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî nîşan da ji bo dabeşkirina 480 milyon Dînar ji bo dabînkirina derman û pêwîstiyên bijîşkî yên mehane ji nexweşxaneya dermankirina pêketiyên kîmyabaranê li parêzgeha Helebceyê re.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş beşdarî di korbendê Aşitî û asaîşa rojhelata navîn li Duhokê da kir.

Lalish Duhok

Di dîrokê de deh Ramanwerên Mezin

Lalish Duhok

Amarên dawî yên aware û penaber li Herêma Kurdistanê dijîn hatin parve kirin

Lalish Duhok