شبكة لالش الاعلامية

Firokeyeke Tirkiyê otomobîlek li Qamişlo armanc kir

Firokeyeke Tirkiyê otomobîlek li Qamişlo armanc kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyeke bêfirokvan (drone) ya Tirkiyê otomobîlek li gundê Hîmo yê ser bi Qamişlo ve armanc kir.

Jêderekî ji bajarê Qamişlo ji K24ê re ragihand, firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê otomobîlek li gundê Hîmo yê di navbera Qamişlo û Amûdê de armanc kir. Lê ziyanên wê êrîşê nayin zanîn.

Ev di demekê de ye, her îro jî droneyeke artêşa Tirkiyê li gundê Sofyan yê li rojhilatê Kobanê otomobîlek armanc kir, bêyî ku ti ziyanên canî hebin.

Ev çend roj in artêşa Tirkiyê êrîşên asmanî li ser deverên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya demokratîk (HSD) zêde kiriye. Li gor zanyariyan, di heyama 2 rojên borî de, ev êrîşa asmanî ya çarem e.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wêne- Li kampa Şariya agir derket

Lalish Duhok

Zarokeke Êzidî 22 mehan di dest DAIŞê de ma

Lalish Duhok

Kemal Kerkûkî bo Ebadî: Pêşmerge pêwîstî bi Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî nîne

Lalish Duhok