شبكة لالش الاعلامية

Encamên destpêkê: PDK li Duhokê 8 kursiyan bi dest tîne

Encamên destpêkê: PDK li Duhokê 8 kursiyan bi dest tîne

Hewlêr (Rûdaw) Li gorî encamên destpêkê yên nefermî yên hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Duhokê 8 kursî bi dest xistine, Yekgirtû 2 kursî û YNK jî 1 kursî bi dest xistine.

Piştî hilbijartinên giştî yên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê, encamên nefermî hatin belavkirin.

Li gor yasaya nû ya hilbijartinan li Iraqê, parêzgeha Duhokê bo ser 3 herêman hatiye dabeşkirin, û 11 kursiyên vê parêzgehê di parlamentoya Iraqê de hene. Li gor encamên nefermî, PDK li Duhokê 8 kursiyan bi dest dixe, Partiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê (Yekgirtû) 2 kursî, Hevpeymaniya Kurdistanî ku Tevgera Goran û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) pêk tê, 1 kursî bi dest aniye.

Li gor encamên ku heta niha ji çavkaniyeke taybet ve bi dest Rûdawê ketine, encamên 64 binkeyên li bazneya 3 ya Duhokê ku çar kursî ne, bi vî awayî ye:

Muwefeq Şehab- PDK: 25380 deng

Viyan Sebrî-PDK: 13589 deng

Çiyay Teymûr-PDK: 9962 deng

Xesro Ebdulla-PDK: 12577 deng

Herwiha encama dengdana taybet li 9 binkeyên bazneyên Yek û Du yên Duhokê wiha ye:

Xalid Selîm-PDK: 1576 deng

Cemal Koçer-Yekgirtû: 1515 deng

Sebah Etrûşî-Serbixwe: 317 deng

Evîn Sebah-PDK: 1429 deng

Fehmî Selman-PDK: 1221 deng

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihandiye ku dê di 24 demjimêrên bê de encamên fermî yên hilbijartinan eşkere bike.

Parlamentoya Iraqê ji 329 kursiyan pêk tê û îro li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê, dengder çûne ser sindoqên dengdanê. Ji bo hilbijartinên îro, nêzîkî 24 milyon kesan mafê dengdanê hebûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hikûmeta herêma Kurdistanê gotinên şîretkarê serbazî yê Xamineyî retkir

Lalish Duhok

Daxwaz ji Serokê Meclisa Nûnerên Iraqê tê kirin jibo zêde kirina kotaya Êzdiyan li perlemantoyê Iraqê

Lalish Duhok

“Heta PKK û hêzên din yê neyasayî li Şingalê bin rewşa wê aram nabe

Lalish Duhok