شبكة لالش الاعلامية

Şêx Şamo: Xembarîn bi wexerkirinia Katu Evdî Axa

Şêx Şamo: Xembarîn bi wexerkirinia Katu Evdî Axa

Bi dilekê xemgîn ve me xeberê wexerkirina rehmetî Katu Evdî Axa brayê Alî Axa ji malbata Lehengê Êzdî Derwêşê Evdî bihîst.

Rehmetî Katu li êk ji Nexoşxanên welatê Elmanya ji egerê nexoşyê giyanê xo ji dest da û çû ber dilovanya xudê.

Bivê helkefta xemgîn xo bi hevpşkên xema tevaya malbata Evdî Axa dizanîn û hîvîdarn ji xudê rehmetî bi behşta xo şad bikt û sebr û hedarê bidete kesukarên malbatê.

Şêx Şamo
Serokê Desteya Bilnda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û civakî
18/12/2021

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serkirdeyên Kurdistanê: Em bi Rûdawê re ne

Lalish Duhok

Harîkariyên darayî û ahên xwarnê liser çendîn xêzanên kêm deramet hatin parvekirin

Lalish Duhok

Mehma Xelîl: Çarçoveya Hemahengiyê li ber rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e BasNews – Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ragihand, Çarçoveya Hemahengiyê li ber cîbicîkirina birgeyên rêkeftina siyasî yên asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e. Mehma Xelîl di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de got: “Ji ber tunebûna îradeyeke bihêz ji aliyê Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengiyê ve, nekarîne rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin.” Xelîl diyar kir: “Kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî heta niha rêkarên pratîkî ji bo cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê pêk neanîne, li Şingalê grub û milîsên ser bi Heşda Şeibî li wir in û piştevaniya PKKê dikin, ew grub ser bi baskê siyasî yê Çarçoveya Hemahengiyê ne û li ber asayîkirina rewşa Şingalê rêgir in.” Mehma Xelîl destnîşan kir: “Şingal li derveyî desthilata hikûmeta Iraqê ye û hêzeke biçûk a Iraqî li wir e, bajêr ji aliyê rêxistinên biyanî yên wek PKK û ew grubên ku ji aliyê Heşda Şeibî ve tê piştevanîkirin, tê birêvebirin.” Rêkeftina asayîkirina Şingalê di Cotmeha 2020an de di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li Bexdayê hat îmzekirin, ku van şeş xalên sereke li xwe digre: 1- Hilbijartina qaymeqamê nû. 2- Hikûmeta Federal pirsa ewlehiyê îdare dike. 3- Erkdarkirina 2500 kesan ji xelkê Şingalê û awareyên wê û dirustkirina hêzeke nû. 4- Li Şingalê bidawîanîna PKKê û hemû wan grubên ku pêwendiya wan pê re heye. 5- Ti kesekî ser bi PKKê nabe di wê hêza nû de were erkdarkirin. 6- Hewlêr û Bexda hevahengiyê ji bo avakirina Şingalê û îdarekirina wê bikin.

Lalish Duhok