شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî serdana Kurdistan24 û cihên ji ber êrîşê zirar dîtine kir

Mesrûr Barzanî serdana Kurdistan24 û cihên ji ber êrîşê zirar dîtine kir

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana cihên ku ji ber êrîşa terorîstî ya şeva borî zirar dîtine, kir.

Îro yekşemê 13ê Adara 2022yan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana saziya Kurdistan24ê kir, ku di encama êrîşê de zirar gihîştin saziyê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di axaftina xwe de spasiya karmendên kanalê kir û got: “Ez destxweşî li we dikim, duh min temaşe dikir, ku min dît bername ranewestiyan û hûn hemû vegeriyan ser îş û karên xwe, ev cihê destxweşiyê ye û tiştê girîng ew e ku serê we bi silamet be û hûn bi silamet bin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez bi we şanazî dikim, ji ber ku we çok dananî û hûn di weşana xwe de berdewam bûn, destê we sax be.”

Herwiha di beşeke din a serdana xwe de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê çû cihên sivîl û deverên niştecîbûna welatiyan ku di encama êrîşa terorîstî de zirar gihiştine wan deveran.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Şingalê 9 gorên bikom ên Kurdên Êzidî şewitîne

Lalish Duhok

Ahingek bo 150 pişkdarbuyên xolên werzê havînê hat li darxistin

Lalish Duhok

Çîroka jina 103 salî ku ji Coronayê rizgar bû

Lalish Duhok