شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî salvegera damezirandina bingeha Laliş pîroz kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî salvegera damezirandina bingeha Laliş pîroz kir

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta 29 saliya damezirandina bingeha rewşenbîrî ya Laliş peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesûr Barzanî bi peyamekê salvegera damezirandina bingeha Laliş pîroz kir. Peyama wî wiha ye:

Endamên birêz yên desteya bilind ya bingeha Laliş ya çandî û civakî,

Bi helkefta bîst û nehemîn salvegera bingeha Laliş, germtirîn pîrozbahiyan li hewe û xûşk û birayên êzîdî dikim. Hêvîdar im her dem serkeftî bin di kar û xebata xwe de.

Bingeha Laliş xizmeteka hêja û diyar ya kultura kurdî û çanda êzîdatiyê kiriye. Destxoşiyê li hewe dikim û hêviya pêşkeftinê bo we dixwazim.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

PKK dixwaze Şingalê bike Qendîlek din

Lalish Duhok

Ji ciwanekî kurd re madalya aştiyê hat dayîn

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 28 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok