شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî: Hêvîdar im ev cejn bibe sedema aştî û aramiyê

Serok Barzanî: Hêvîdar im ev cejn bibe sedema aştî û aramiyê

Serok Barzanî ji bo Cejna Qurbanê peyamek belav di ke û weha diyar dike: “Di vê helkefta pîroz de ji Xwedayê mezin hêvîdar im xêr û bereket û selametiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê pêk bîne.”

Peyama Serok Barzanî ya ji bo Cejna Qurbanê wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina Cejna Qurbana pîroz germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim.

Di vê helkefta pîroz de ji Xwedayê mezin hêvîdar im xêr û bereket û selametiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê pêk bîne.

Hêvîdar im birayetî û tebayî û pêkvejiyana li welatê me berfirehtir bibe û ev cejna pîroz bibe sedema berqerarbûna aştî û aramiyê li navçeya me û hemû cîhanê.

Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de.

Mesûd Barzanî

8ê Tîrmeha 2022yan

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Malikî: Kurd serxwebûnê naxwazin

Lalish Duhok

Mustefa Reşîd :Pêşgotina Mijara Mîtraîzmê

Lalish Duhok

Kirasguhastina rêzdar Mehmet Alataș yê ku 98 salan Êzdiyatî li gundê Șimzê diparast !

Lalish Duhok