شبكة لالش الاعلامية

Encûmena Asayîşa Kurdistanê: Tola 10 Pêşmerge û sê birayan hat standin

Encûmena Asayîşa Kurdistanê: Tola 10 Pêşmerge û sê birayan hat standin

Hewlêr (Rûdaw) Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, di tolhildana 10 Pêşmerge û sê birayên ku sala borî li gundê Xidircîce ya Mexmûr a Başûrê Kurdistanê hat şehîdkirin de 2 çekdarên DAIŞê yên ku serkirdayetiya wê êrîşê kirine hatine kuştin.

Şeva Pêncşema 2ê Berfanbara 2021an çekdarên DAIŞê êrîşî gundê Xidircîce ya Mexmûrê kiribûn û di êrîşê de 10 Pêşmerge û 3 birayên bi navê Azad, Barzan û Nazim şehîd ketibûn.

Li gorî daxuyaniyeke Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, wan çekdaran xwe li navçeyên di bin destê Hikûmeta Iraqê de xwe veşartibûn lê bi hemahengiya Hevpeymanan û hêzên Iraqî cihên wan hatine diyarkirin û du ji wan çekdaran hatin kuştin.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, wan di êrîşa tolhildanê de Haçim Mihemed Reşîd Rebî El-Ishaqî û 3 çekdarên din ên ku yek ji wan serkirdeyê mifrezeyên DAIŞê Salih Mehmûd Etiye Cibûrî bû li Çiyayê Qereçoxê kuştine.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê her wiha diyar kir ku kesekî din ê bi navê Q. Y. H. A. jî girtine ku ew li xwe mikur hatiye ku alîkariya lojîstîkî bo çekdarên DAIŞê kiriye.

Beşek ji wan şehîdan

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş bang li Êzidiyan dike harîkarya mexdurên erdheja Turkiyê û Suriyê bikin

Lalish Duhok

Bingehê Laliş zarokên awareyên Sûrî ji xelatan bê behir nake

Lalish Duhok

Şêx Şamo: Damezrandina Bingehê Laliş werçerxaneka mêjûyî bû bo Êzidyan

Lalish Duhok