شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş: Rîfrandom destkefteke dîrokîye û îradeya xelkê Kurdistanê pêşanî cîhanê da.

Bingehê Laliş: Rîfrandom destkefteke dîrokîye û îradeya xelkê Kurdistanê pêşanî cîhanê da.

Tora Laliş ya ragehandinê

Pênç sal bi ser Rîfrandoma Kurdistanê da derbazdibin, Rîfrandom waneyek bû bo cîhanê ku xelkê Kurd serbexo xwaze.
di salvegera (5)ê ya Rîfrandomêda, Em vê salvegerê bi rêz û bilind li bîrtînin, jiberku îradeya gelê Kurd bi hemû pêkhateyan diyarkir, peyamek da cîhanê ku azadî behatre ji her tiştekî.
Herwesa hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê û bi taybet Êzdiyan pêşwazîyeka mezin li vê proseyê kir û navçeyên Êzdiyan bi rêjeyeka herî mezin deng bi belê dan.
Neha jî diyardikeyn Rîfrandom destkefteka dîrokîye û îradeya xelkê Kurdistanê pêşanî cîhanêda.

Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî/ Dihok
25/9/2022

 

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Heşda Şeibî li Şingalê xendekan dikole

Lalish Duhok

Li Parlamentoya Almanyayê derbarê jinên Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin de panelek birêve diçe. Komeleya bi navê Hawar bi piştgiriya koma Partiyên Yekitiya Xiristiyanan (CDU/CSU) panelê birêve dibe û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serokên partiyan û çend pispor jî di panelê de amadene. Kurda Êzidî Naciye ji Rûdawê re behsa çîroka xwe ya ketina di destê çekdarên DAIŞê de kir û da zanîn di heyama 8 mehên di destê DAIŞê de her tiştên xirab hatine serê wê û got: “Hê jî zêdetirî 3 hezaran Êzidî di destê DAIŞê de ne. Ew sê sal in vê jiyanê bi zorî dijîn. Hinek caran jinek rojê 8 caran tê firotin. Zarok jî bi şeweyên cuda têne firotin. Destdirêjiyê li keç û jinan dikin. DAIŞê mejiyê zarokan dişû û wan ferî ramanên tundraw dikin.” Naciye diyar kir ku ew dê li panelê behsa êş û çîroka xwe bike û wiha domand: “Bila dengê me bibihîsin û hem bila ew kesên mane di destê DAIŞê de rizgarbikin hem jî bila alîkariya kesên hatine rizgarkirin bikin. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.” Ji bilî jinên Kurdên Êzidî jinekê cihû ya ji komkujiya Holocostê û jinekê jî misilman a ji komkujiya Kosovayê rizgar bûyî jî beşdarî panelê bûne. Peyamnêra Rûdawê li Almanyayê Ala Şalî diyar kir ku di panela navborî de mijara bikaranîna seksê wekî çekekê jî dê bê gotûbêjkirin.

Lalish Duhok

xoleka rojnamevanî bo berpirsên ragehandina tayî û nvîsîngehên Laliş hatli dar xistin.

Lalish Duhok