شبكة لالش الاعلامية

Serok Nêçîrvan Barzanî Pîrozbahîyê Li Êzidîyan dike.

Serok Nêçîrvan Barzanî Pîrozbahîyê li Êzidîyan dike

Tora Laliş ya ragehandinê

Cejna Rojîyên Êzî li rêzdar Mîrê Êzidîyan û Babeşêx û Civata Rûhanî û hemû xuşik û birayên Êzidî li Kurdistanê û Îraqê û li her dereka cîhanê bin, ji dil û bi germî pîroz dikim.

Hîvîdarm cejn û bêhinvedana xwe di rewşeka tena û aramda derbaz bikin û cejn û bîrahatinên bên, jibo me hemwan di rewşeka baştirda vegerin.

Mixabin cejneka dî ya xuşik û birayên me yên Êzidî vedgere kû hêş hijmareka mezina wan awarene û jiyana zehmeta kempan dijîn. dilê me bi wan reye û em ji nêzîk agehdarî rewş û jiyara wanin. Pîrozbahîyeka taybet li wan hemwan dikim.

Herweha bi hezaran xuşik û birayên me Êzidî, bi dilekê kovandar li hîvya zanîna çarenivîsê kesukarên xwe yên revandîne. Bi vê helkeftinê, em dîsa hemû xuşik û birayên xwe yên Êzidî piştrast dikim kû heta dawîyê wê liser kar û hewlên xwe yên rizgarkirin û diyarkirina çarenivîsê revandiyan berdewam bin.

Cejn li hemwan pîroz bê, her sal bi xêr û xweşî.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

2022/12/15

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Qasim Şeşo radigehîne : Kurdên Êzdî ji bilî alaya Kurdistanê ti alayek din qebûl nakin.

Lalish Duhok

Qadir Qaçax :xo bi yek ji damezrînerê‌ bingehê‌ laliş dizanm

Lalish Duhok

Başîk di bin kontrola pêşmerge de ye!

Lalish Duhok