شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî bi boneya 49 saliya bombebarankirina Silêmaniyê peyamek belav kir

Nêçîrvan Barzanî bi boneya 49 saliya bombebarankirina Silêmaniyê peyamek belav kir  

BasNews- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek bi boneya 49emîn salvegera bombebarankirina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê belav kir û ragihand, “Bi armancgirtina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê, hewleke din ya tirsinokane ya rejîmê ya ji bo şikandina îradeya gelê Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê bû, lê belê şehîdkirina xwendekar û mamostayên zanîngehê û xelkê sivîl yê Qeladizê moral û germatiyek zêdetir bi giyanê rûbirûbûnê yê gelê Kurdistanê bexşî.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Di 49emîn salvegera bombebarankirina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê da, em bi rêz û hurmet şehîd û qurbaniyên wê tawana rejîma berê ya Iraqê bi bîr tînin. Em bejna xwe li hember giyanê pakê wan ditewînin û ji malbatên wan yên serbilind ra silavan dişînin.

Bi armancgirtina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê, hewleke din ya tirsinokane ya rejîmê ya ji bo şikandina îradeya gelê Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê bû, lê belê şehîdkirina xwendekar û mamostayên zanîngehê û xelkê sivîl yê Qeladizê moral û germatiyek zêdetir bi giyanê rûbirûbûnê yê gelê Kurdistanê bexşî û li ser dawazên xwe yên rewa û xebat û tekoşîna xwe ya ji bo azadiyê germtir berdewam kir.

Bi vê boneyê em hemû piştevaniya xwe ji bo daxwazên xelkê niştimanperwer yê Qeladizê û Pişderê dupat dikin û divê di hemû waran da zêdetir xizmeta wê deverê bê kirin. Devera Pişder hertim keleha şoreş û serhildanên Kurdistanê bûye û di rêya azadîyê da şehîd û qurbaniyên gelek mezin dane.
Silav û nemirî bo giyanê pakê şehîdan û bîranîna wan her dem bi xêr be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24.04.2023

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Dab û nerîtên Êzidiyên Ermenistanê di smînarekê da li Şarya hatine behiskirin

Lalish Duhok

Zarokeke Êzidî 22 mehan di dest DAIŞê de ma

Lalish Duhok

Barzanî pêşwaziya şandekê ji Rêkxistina Çavdêriya Mafê Mirov kir

Lalish Duhok