شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş rêwresmên îmzakirina Dû berhemên pertokan gêran

Bingehê Laliş rêwresmên îmzakirina Dû berhemên pertokan gêran

Tora Laliş:

Êvarîya îro 14î Eylulê, Desteya Bilinda Bingehê Laliş li gel bingehê laliş tayê Sinûnê rêwresmên weşandina Dû pertokên nû ji weşanên bingehê laliş li hola laliş êk li komelgeha Şarya gêran.

Bi berhevbûna rêzdar”Se’îd Cirdo” serokê desteya bilinda bingehê laliş û berêz” D.Se’îd Xudêda” cêgrê serokê bingehê laliş û komeka bijare ji mamosta û rewşenbîr û kesayetî û endamên desteya bilind û gencan û xelkê deverê,desteya bilinda bingehê laliş li gel bingehê laliş tayê Sinûnê rêwresmên weşandina herdû berhemên bingehê laliş/Beşê Vekolîna yên nivîser û vekolerên genc Faris Şe’lan û pertoka Şîrîn Şêx Kalo li jêr navê ‏(A jOURNEY TiHROUGH THE YEZIDI GENOSIDE) gêran.

Di vê çalakyê da herdû nivîseran bi drêjahî behis li naveroka pertokên xwe kir.

Her dîsan piştî danustandineka vekrî di navbera berhevbûyan da hatyekirin, di birga dawîyê da herdû pertok hatine îmzakirin û li ser berhevbûyan hatine belavkirin.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî li ser koça dawî ya hunermend Mihemed Erbîlî peyamek belav kir

Lalish Duhok

Bingehê Laliş tayê Sinûnê Qutabyên Amadeya Xanesorê xelatkirin

Lalish Duhok

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Adil Ebdulmehdî re hevdîtin kir

Lalish Duhok