شبكة لالش الاعلامية

Li Viyanayê dibistaneke zimanê Kurdî hat vekirin

Li Viyanayê dibistaneke zimanê Kurdî hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Viyana yê Awusturyayê bi mebesta fêrkirina zimanê Kurdî, dibistaneke zimanê Kurdî hat vekirin.

Mamoste Jala Cewad Şêrwanî ji K24ê re ragihand, dibistan ji sê polan pêk tê, pola yekem ji bo zarokên 6 heta 12 salî ye, pola duyemîn ji bo xwendekarên ji 12 salî mezintir e û pola sêyem jî ji bo kesên ku dixwazin fêrî zaravayên kurdî bibin e.

Mamoste Jala da zanîn, zimanê Kurdî li dibistanê, her hefteyekê rojekê (5 demjimêran) wane tên dayîn.

Derbarê armanca vekirina dibistanê de jî Jala Şêrwanî got, ew dixwazin bi vê projeyê xizmeta zimanê zikmakî bikin û zarokên Kurd fêrî zimanê Kurdî bikin.

Derbarê peydakirina pirtûkên dibistanê de jî mamosta Jala Şêrwanî got, bi rêya nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirtûkan werbigirin.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

A’bdalxalq babîrî:partî û serok Barzanî kar jibo serbxweya kurdistanê diken

Lalish Duhok

Bi video…Li ber Koşka Spî çalakiya Şingalê

Lalish Duhok

Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê tê sazkirin

Lalish Duhok