شبكة لالش الاعلامية

Danîmarka ji bo rawestandina pêla koçberan hêlên trênê di gel Almanya ragirt

Danîmarka ji bo rawestandina pêla koçberan hêlên trênê di gel Almanya ragirt

  Waar –Duhok

Hikûmeta Danîmarka hemû hêlên xwe yên trênê di gel Almanya ragirtin, weku rêçareyekê ji bo ragirtina pêla koçberîyê ji wî welatî.

Hikûmeta Danîmarka îro ragîhand; bêtirî 200 koçberan li ser hêla asinî ya şemindeferan li bajarê Flênisbirg li bakurê Almanya li hêvîya delîvekê bûn ku ji wî welatî derkevin û berni Danîmark bên.

Xuya jî kir, daku ew pêla koçberîyê ji Almanya bo Danîmarka bê ragirtin û çareyek bo rewşê bê dîtin, wan hêlên trênê di gel Almanya ragirtin.

Bi hezaran koçberên dighêjin Awropa ku piranîya wan ji Sûrîyê ne, hewl dikin bighêjin Almanya, lê Siwêd jî bo wan welatekê sernic rakêşe, ji ber ku wî welatî jî mîna Almanya qanûnên baştir bo koçberan ji welatên din yên Awropî hene.

Ev didemekî da ye ku Danîmarka pêşkeşî ji herêma Şingin ya Awropî ku hatinûçûn dinav sînorên wê da ya azade.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Pêwîstiyên navmalê ji bo koçberên kampa Şarya yên ziyan dîtine tên dabîn kirin

Lalish Duhok

Viyan Dexîl: Heta niha ti nîşanek ji 3500 revandiyên êzîdî nehatiye dîtin!

Lalish Duhok

Barzanî serdana sengerên pêşmerge li bereyê Guwêr–Mexmur kir

Lalish Duhok