شبكة لالش الاعلامية

Çopî ji hevjînê xwe dûr ketiye

Çopî ji hevjînê xwe dûr ketiye

Hewlêr (Rûdaw)

 Hunermenda kurd Çopî Fetah ragihand ku, ev nêzîkî salekê ye ku wê dev ji hevjînê xwe berdaye, lê dûrketin bandoreke xwerab li ser karê wê yê hunerî nekiriye.

Çopî Fetah ji Rûdawê re ragihand: “Beriya 4 salan nûçeyek belav bû, ku qaşo min û hevjînê xwe dev ji hev berda ye, lê wê demê ez neçar mam ku daxuyaniyê bidin û wê yekê red bikim.”

Fetah wiha got: “Perwerde û nêrîna min ew e ku dema ez bizewicin, heta heta tê de bimînim, lê mixabin ew daxwaza min bi cih nehat û min li ser daxwaza xwe biryar da ku ji hevjînê xwe dûr bikevim. ”

Wê hunermenda navdar wiha domand: “Ew jihevdûrketina me dirêj kir, lê bi bêpirsgirêk beriya nêzîkî salekê bi dawî hat.”
Çopî Fetah wiha got: “Cudabûna me ti bandoreke xerab li ser kar û çalakiyên min nekir, di vê salê de min gelek karên hunerî pêk anîne, ji ber ku bi ti awayî ez nahêlim ew pirsgirêkên ku tên pêşiya min bandore li ser karê min ên hunerî bikin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mîr Hazim Tehsîn Beg: Êzidî Kurd in û Şingal jî Kurdistan e

Lalish Duhok

Kunsolxana Emrîka li Hewlêrê rojnamevaneka êzdî xelatkir

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Divê em hemû hewlên xwe bidin bo dabînkirina asayişa av û xorakê

Lalish Duhok