شبكة لالش الاعلامية

PDKê dest bi serdanan dike

PDKê dest bi serdanan dike

Denge Azad

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dixwaze derbarê rewşa Herêma Kurdistanê serdana partî û aliyên siyasî bike, îro dê serdana Tevgera Îslamî ya Kurdistanê bike.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî ragihand: “Roja Yekşemê (îro) PDKê dê dest bi serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bike.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, îro şandeke PDKê li Hewlêrê dê serdana Tevgera Îslamî ya Kurdistanê bike.

Serdanên PDKê dê aliyên siyasî yên ku di pêvajoya siyasî de beşdar in, li xwe bigire. Lê li gor agahiyên Rûdawê, PDKê serdana Tevgera Gorran nake.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî bi boneya 77emîn salvegera PDKê peyamek pîrozbahiyê belav kir

Lalish Duhok

Firokeyên şer ên Tirkiyê çiyayê Şingalê kirin armanc

Lalish Duhok

Jineke Êzdî 13 sal ji kesê bi herî temen ê cîhanê mezintir e

Lalish Duhok