شبكة لالش الاعلامية

Tirkiye Li Stenbolê teqîn: Herî kêm 10 kuştî, 15 birîndar

Tirkiye Li Stenbolê teqîn: Herî kêm 10 kuştî, 15 birîndar

Stenbol (Rûdaw) – Li bajarê Stenbolê di encama teqînekê de herî kêm 10 kes mirin, gellek kes jî birîndar bûn.186024Image1

Îro danê sibê li Meydana Sultan Ahmet a Stenbolê, teqînek çêbû. Li gorî medyaya Tirkiyê, di teqînê de herî kêm 10 kes mirin û gellek kes jî birîndar bûn lê nayê zanîn teqîn ji ber çi çêbûye.

Lê li gorî hinek çavkaniyan, dibe ku teqîn, êrişa xwekujî be. Tîmên lêkolînê û pûçkirina bombeyan li cihê bûyerê ne.

Walîtiya Stenbolê jî derheqê teqînê de ragihand, di teqînê de 10 kes mirine û 15 kes jî birîndar bûne û lêkolîn derbarê çawaniya teqînê de didomin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîrê Iraqê: Ev êriş ji terorîstên DAIŞê re namîne

Lalish Duhok

Li Munchenê tevlîhevî: 1 kuştî û 10 birîndar

Lalish Duhok

Heyder Şeşo partiyekê nû ava dike

Lalish Duhok