شبكة لالش الاعلامية

Melek dibe pêşkêşkara televîzyonê!

Melek dibe pêşkêşkara televîzyonê!

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda kurd Melek Rojhat eşkere kir ku ew dê li kêleka karên hunerî, pêşkêşkariya 1394237998televîzyonê jî bike.

Hunermend Melek Rojhat, ji Rûdawê re got, di demek nêzîk de ezê li televîzyoneke kurdî bibim pêşkêşkar û bernameyeke çandî-hunerî pêşkêş bikim.

Melekê navê wê televîzyonê eşkere nekir lê got, ezê di demek nêzîk de derkevim pêşberî temaşevan û alîgirên xwe û vê yekê ji wan re bikim surprîz.

Derheqê xebatên xwe yên hunerî de jî Melekê got, her çiqas li tevahiya Kurdistanê şer û kuştin heye lê min hinek tişt ji bo Şingalê amade kirine. Ez niha jî li ser du stranên evîndarî bi navên “Were Yarê Min” û “Zava Bibînin” kar dikim.

Melekê da zanîn ku wê bixwe helbest û awaza strana “We Yarê Min” nivîsiye û daniye lê helbest û awaza strana din ji aliyê Rostem Mehmûdiyan ve hatiye nivîsandin û danîn.

Melek Rojhilat, li navçeya Elbakê ya Wanê ji dayîk bûye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî gazî xelkê Kurdistanê kir: Bila îradeya we bihêz be

Lalish Duhok

Bingehê Laliş li Şêxan lîstika tavê (Yariya Tawilê) bi dawî kir

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Dadgeha Federal ji bo têkdana her rêkeftinekê ligel Hikûmeta Federal tê bikaranîn

Lalish Duhok