شبكة لالش الاعلامية

Di 113 Saliya Rojbûna Barzaniyê Nemir de, Çend Gotin

Di 113 Saliya Rojbûna Barzaniyê Nemir de, Çend Gotin

Konê Reş

Barzaniyê Nemir!

Di rojbûna te de, welat di kene..!

Gulîstan û daristanên welat bi ava (Êlûnê) têne avdan

Qesir û qonaxên welat bi lat û zinarên

Derbendîxan, Zozik, Soran û Baziyan bilind dibin

Navê Xanî û Bedirxan, Hefîd û Goran Bi tîpên zêrîn di sînga welat de têne nivîsandin Welatîno werin, tev werin..!

Em bi hev re serboriya BARZANÎ Bixwînin;

Ji Barzana berxwedanê, Mehabada xwînlî,

Peravê Aras, Şoreşa Êlûnê, 11ê Azarê û ta bi Gulana rengîn..

Wî, wî.. Bi tena xwe dît û her tişt naskir. Naskir;

(Da ko mirov kurdekî dilsoz û resen be,

ew hunerek zor çetîn û dijware)

Bê guman wî, her tişt nas kiribû ta ko îro ji me re bûye;

Strana ser zimana, xup-xupa ava çem û cobaran..

Navê wî bi dengê: Qewalên piristgeha Laleş,

Zengilê Dêr û Kenîşteyan û Melayên Mizgeftan re

Di sînga asmanê welat deng vedide û li hev vedigere..

Konê Reş.

Qamişlo, 14.03.2016

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî cejna Çarşema Sor li Kurdên Êzîdî pîroz kir

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Kuweytê kir

Lalish Duhok

Barzanî: Hingê dê Êzidxan dawî pê bê ku Kurdistanê dawî pê were

Lalish Duhok