شبكة لالش الاعلامية

Daişê ketîye di rewşa bergirîyê da

Daişê ketîye di rewşa bergirîyê da

çavkanî: Waar

Hevpeymanîya navdewletî bi serkêşîya Amerîka radigihîne; rêxistina terorîstîya Daişê ketîye di rewşa bergîrîyê da û nikare çi deveran kontrol bikin.

Peyvdarê hevpeymanîya navdewletî, Kolonêl Stîf War got: Daişê sedê çil ya deverên bin desthilata xwe li Îraqê ji destdaye, piştî kontrola wê li ser bajarên Şingal, Remadî, Bêcî û Tikrît nemaye û dîyar kir, niha ew rêxistin ketîye di rewşa bergirîyê da û nikare pêşveçûnê bike.

Ji alîyekê din ve, Stîf Warn, behsa vekêşana hêzên Rûsya ji Sûrîyê kir û got: ew biryareka neçaverêkirî bû û Amerîka bi hûrî ya çavdêrîya rewşa Sûrîyê dike.

Di derbarê êrîşên asmanî yên Rûsya jî got: tenê sedê 10 heta 15 ya êrîşên Rûsya li Sûrîyê, li ser Daişê bûn, û piranîya êrîşan grubên opozîsyonê dikirin armanc.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Lalish Duhok

9 mele hatin girtin: ‘We çima bi Kurdî dua kir?’

Lalish Duhok

Erdheja Mexribê: Hejmara miriyan gihîşt 2 hezar kesan

Lalish Duhok