شبكة لالش الاعلامية

bingehê laliş tayê xankê bîrewerya Newrozê sax di ke

bingehê laliş tayê xankê bîrewerya Newrozê sax di ke

Çinar Şemo\LMN

ji bizav û çalakîyên bingehê laliş tayê Xankê
bi helkefta bîrewerî yên Adarê û Newrozê îro li rekeftî 22\3\2016 bingehê laliş tayê xankê rabu bi berhev kirina seyranekê bo .mamostayên komelgeha xankê wek rêzgrtin bo erkê wan ye pîroz û berdewamî dan bi proseya xwandinê

67854_786173478181687_8907113699202667808_n 1463515_786173628181672_4710332328185566752_n 10404459_786173388181696_7388953416837067428_n 12512226_786173544848347_5695704217438506742_n 12670792_786173648181670_3181549966104373969_n

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi vîdîyo: Li kempa Bêrsivê 38 dukan şewitîn

Lalish Duhok

Mehma Xelîl: Çarçoveya Hemahengiyê li ber rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e BasNews – Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ragihand, Çarçoveya Hemahengiyê li ber cîbicîkirina birgeyên rêkeftina siyasî yên asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e. Mehma Xelîl di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de got: “Ji ber tunebûna îradeyeke bihêz ji aliyê Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengiyê ve, nekarîne rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin.” Xelîl diyar kir: “Kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî heta niha rêkarên pratîkî ji bo cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê pêk neanîne, li Şingalê grub û milîsên ser bi Heşda Şeibî li wir in û piştevaniya PKKê dikin, ew grub ser bi baskê siyasî yê Çarçoveya Hemahengiyê ne û li ber asayîkirina rewşa Şingalê rêgir in.” Mehma Xelîl destnîşan kir: “Şingal li derveyî desthilata hikûmeta Iraqê ye û hêzeke biçûk a Iraqî li wir e, bajêr ji aliyê rêxistinên biyanî yên wek PKK û ew grubên ku ji aliyê Heşda Şeibî ve tê piştevanîkirin, tê birêvebirin.” Rêkeftina asayîkirina Şingalê di Cotmeha 2020an de di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li Bexdayê hat îmzekirin, ku van şeş xalên sereke li xwe digre: 1- Hilbijartina qaymeqamê nû. 2- Hikûmeta Federal pirsa ewlehiyê îdare dike. 3- Erkdarkirina 2500 kesan ji xelkê Şingalê û awareyên wê û dirustkirina hêzeke nû. 4- Li Şingalê bidawîanîna PKKê û hemû wan grubên ku pêwendiya wan pê re heye. 5- Ti kesekî ser bi PKKê nabe di wê hêza nû de were erkdarkirin. 6- Hewlêr û Bexda hevahengiyê ji bo avakirina Şingalê û îdarekirina wê bikin.

Lalish Duhok

Rojnameyeka erebî: PKKê bi rêya Şingalê re xwe xistiye nav hilbijatinên Iraqê

Lalish Duhok