شبكة لالش الاعلامية

Barzanî pêşwazî li Mezherê Xaliqî kir

Barzanî pêşwazî li Mezherê Xaliqî kir

BasNews

 Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li hunermendê kurd Mezherê Xaliqî kir.

Li gor malpera fermî ya serokatiya herêma Kurdistanê derbarê daxuyaniyê de daxuyaniya hatî dayîn waha ye:

Roja sêşem 25.04.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Hunermendê Mezin û Navdarê Kurd Mezher Xaliqî kir.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî hal û rewş pirsînê spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Mezher Xaliqî kir ku bi sedema wê rola xwe ya li jiyana çandî û kultûriya gelê Kurdistanê de dîtiye û her wiha helwesta wî ya niştîmanperwerî bilind nirxand û hêviya tendirustiyeke baş ji bo wî xwest û ragihand ku Mezherê Xaliqî cihê şanaziya me hemû aliyeke.

Her li vê hevdîtinê de Mezher Xaliqî spasî erk û ked û xebata Serok Barzanî kir û ji bilî balkişandina bi siyaset û stratejiya Serok Barzanî ya di derbarê serxwebûnê de, wê yekê xisterû ku hemû şiyan û berhem û çalakiyên xwe dixe xizmeta proseya serxwebûna Kurdistanê de.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Polandayê hezaran xwendekarên Ukraynî dest bi xwendinê kirin

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî biryarekî di berjewendiya xelkê hejar û kêmderamet de dide

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî û Nadya Mûrad rewşa Şingalê gotûbêj kirin

Lalish Duhok