شبكة لالش الاعلامية

Berdevkê Hikûmeta Iraqê: Helebce bû parêzgeha 19emîn a Iraqê

Berdevkê Hikûmeta Iraqê: Helebce bû parêzgeha 19emîn a Iraqê

Berdevkê Hikûmeta Iraqê ragihand, bi biryara Encûmena Wezîran a Iraqê, Helebce bû parêzgeh.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî ji K24ê re ragihand, Encûmena Wezîran a Iraqê îro Duşemê 13ê Adara 2023an, biryar da ku Helebce bibe parêzgeha 19emîn a Iraqê.

Ji aliyê xwe ve jî, Sekreterê Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm îro duşemê li rûpela xwe tora civakî “Facebook” nivîsî: Bi biryara civîna Encûmena Wezîrên Iraqê, îro 13.03.2023ê rêkarên ferderalî yên parêzgarîbûna Helebceyê li ser asta Hikûmeta Federal a Iraqê hatin temamkirin û Helebce ji qeza bû parêzgeh.

Ev di demekê de Roja duşemê 13ê Adara 2014an, Kabîneya Heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Dara Leylê, b tementrîn dare l peristgeha Lalish

Lalish Duhok

Kemal Tolan: Hevpeyvîna bi Şêx Sebhî Nebo ra li ser pirsgirêka bikaranîn anjî negotina xebera xirab (Ş…..)…Beşa 1

Lalish Duhok

Laliş Şingal selikên xwarinê li Xankê belav dike

Lalish Duhok