شبكة لالش الاعلامية

Dara Leylê, b tementrîn dare l peristgeha Lalish

Dara Leylê, b tementrîn dare l peristgeha Lalish

 

 

Tora Laliş ya Ragehandinê

 

Sema dara leylê, j aliyê şikestiyeka Lalish ve l peristgeha Lalish hatiye çandin, ku b êk j b tementrîn dar dête hjmartin û pîroziya xwe l cem Êzdiyan heye.
Êzdî b pêxwasî qesta nava peristgeha Lalish diken weku rêzgirtin bo vî cihê pîroz û dnav hundrê Lalish da geryanê dken û zyaretî hemû xas û çakan dbin.
Luqman Slêman, berprsê ragehandina peristgeha Lalish bo Sema ragehand: Dara Lîlê j’aliyê şkestiyeka Lalish dayî fexrayekê ve hatiye çandin û parastin û b kevntrîn dar dête hjmartin.
Got jî: Temenê vê darê nêzîkî 800 salane û Êzdî pîroziyeka taybet ddenê, herwesa hemû darên l Lalish pîroziya xwe heye.
Peristgeha (Lalisha) Nûranî dête danan b cihekê olî yê here pîroz û kevntrîn peristgehe l Kurdistanê û pîroztrin kanî lê ye l nk Êzdiyan, dvêt her kesê Êzdî xwe pê morket (Kaniya Spî).
Lalisha Nûranî peristgeha serekî ya Êzdiyane dkefte bakûrê qezaya Şêxan, Êzdî rêûresmên xwe yên olî û cejn û helkeftan lê dgêrin û hîvî û duayan bo mrovayetiyê dxwazin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Encûmena Wezîran li ser çend pirsên girîng dicive

Lalish Duhok

Şêx Şamo 80 salîya berêz Wezîrê Eşo pîrozkir

Lalish Duhok

Li Iraqê 52 kesên din bi Kolêrayê ketin

Lalish Duhok