شبكة لالش الاعلامية

Şêx Şamo ji bo Perlemanê Kurdistanê ji bo Mafê Êzidîyan pirojeyek Amadekirye zor giringe ..

Lalish Media Network / Hejar Midîr 

Nûnerê Êzidîyan li perlemantoya Kurdistanê ragihand ku pirojek amadekirye u pitrîya Endamên Firaksiyona PDK Îmza kirne ji bo ku bibe mijarek li Perlemantoyê bê niqaşkirin u dengdan li ser bê kirin daku bibe Yasa ( Qanûn ) .. 

Şêx Şamo Endamê Perlemanê Kurdistanê ji bo Tora Medîya Laliş ragihand li heyama derbasbûyî ew serqalî amadekirna Pirojekî bûn li bin navê ( Kuta Êzidîyan ) li perlemanê kurdistanê u civata parêzgeha Dihok ku pitirîya Endamên Firaksiyona Zer ya PDK îmza kirine, her weha Şêx Şamo hîvî xwest ku dema piroje bê pêşkêşkirn Endamên Lîst u Aliyên din yên Sîyasî jî li perlemantoyê piştevaniyê li pirojê Kuta Êzidîyan bikin ku Mafê Êzidîya ye ..

li gor Piroje ji bo Êzidîyan li Perlemantoyê u civata Parêzgeha Dihok de divê ( Kursîyên – Endamên Êzidîyan girentîkirî bin ) heta ku Mada 140 pêkbê piştra dengê Êzidîyan têra wan heye nûnerên xwe bi dengê xwe u heza xwe bişînin perlemantoyê ..

tê zanîn Kurdên Êzidî yên ku mafê Dengdanê li kurdistanê heyî hindikin ji berku 90% ji deverên Êzidîyan ( Şingal, Başîk u Bahzan, Xetar u Şêxan u deverên bi ser wan qezayan ve ) mafê dengdanê ji bo Perlemantoya Îraqê u civata parêzgeha Musil heye u bi vî awayî 10% ji deverên Êzidîyan ( Xanik, Şarîya, Baedrê u deverên Hewêrîyan li Qeza Zaxo ) mafê dengdanê hene , neha Êzidîyan yek Nûner li perlemantoya Kurdistanê heye ( Şêx Şamo ) her weha yek Endam li civata parêzgeha Dihok heye ( Bêrîvan Selîm Şemo ) ku postê cêgira serokê civatê ye u herdû jî li ser Lîsta PDK ..

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Konfiransa Jînosayîda Şingal li M.Ê.Oldenburg bi rêve çû

Lalish Duhok

Lyonardo Di Kapiryo yekem xelata Oskarê bidest xist

Lalish Duhok

Li Îranê dengdana ji bo hilbijartinan destpê kir

Lalish Duhok