شبكة لالش الاعلامية

Êrişa terorîstî li ser Rûdawê

Çavkanî :Rûdaw

 Saet 12:05 şeva 25ê Hezîran a 2016 êrişî ser Baregeha Sereke ya Tora Medyayî ya Rûdawê hat kirin. Êriş bi rêya avêtina narincokekê bû ser baregeha Rûdawê li ser cadeya sereke ya ronakî li bajarê Hewlêrê yê paytexta Herêma Kurdistanê.

Di encama vê êrişa terorîstî de karmendekî beşa pêwendiyan, ajovanek û 3 pasevanên Tora Medyayî ya Rûdawê birîndar bûn, lê belê bi bextewerî ve birînên wan giran nînin. Herwiha zirar gihîşt du otomobîlên weşana zindî ya Tora Medyayî ya Rûdawê.

Eger ev êriş peyemeke tirsandinê be bo Tora Medyayî ya Rûdawê, divê terorîstên encamderên vê êrişê baş bizanin ku ti karekî terorîstî hevkarên Rûdawê natirsîne û Rûdaw bi ti şêweyekê ji gihandina nûçeyan û zanyariyan û rûmalên xwe yên profesyonel nasekinîne û dûr nake. Rûdaw pêştir ji ti gefan netirsiyaye û niha jî û di pêşerojê de jî natirse.

 Em spasiya hevsozî û xemxoriya birêz Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hemû wan serkirde, berpirs, parlamenter, dezgehên rojnamevanî, partî, hevniştîmanî û kesatiyan dikin ku li navxweyê Kurdistanê û li derveyê Kurdistanê bi şêweyên cor bi cor hevsoziya xwe gihandin Tora Medyayî ya Rûdawê.

Di heman demê de em spasiya lidûvçûna Asayiş, Polîs û dezgehên ewlehiyê yên Kurdistanê dikin û em daxwaz dikin hewl bidin, ku bi zûtirîn dem encamderên vê êrişê û plandanerên vê bibînin.

Tora Medyayî ya Rûdawê

25/6/2016

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Mala Êzdyan Oldnborg heftiyane waneyên Êzdyatyê bo gencan tên gotin

Lalish Duhok

Şêx Şamo : Belê bo rêfrandom wê 90% deverên Êzdiyan bo ser Herêmê bizvrîne

Lalish Duhok

Dezgeha xêrxwazî ya Barzanî alîkariya welatiyên ku ji bin destê DAIŞê hatine rizgarkirin dike.

Lalish Duhok