Bingehê laliş : birîndar kirina hestê Êzidya nayê qebul kirin
Çinar Şemo \LMN
Pişty belave buna daxweyanya hêja (Çinar Se’d Abdilla wezira berî ya Şehîd û anfal kiriya ya herêma Kurdistanê û andama serkirdayetya PDK , bi merema zanîna rastya vê chendê me peywendê pê kir û tiştê hatye belave kirin inkar kir û dupat kir ku wê lêburînê li nêzîk bixwaze û belav bike .
Bele wesa dyarbu ew ya di astengekê de , wê nikarî berevanyê ji xo bikit , chunke eger ew bejit ew rojnamevanê chavpeketin di gel kirîne wekî gotina wê belav kiribe ew nikarit sikalayekê bi dijî wî tomar bike lê ew nikare vê kiryare bike.
U ew tiştê wê yê vê dawyê belavkiry î beruvajy wê simînarê bû ya li perstgeha laliş pêşkeş kirî .
Em ne piştevanya hêja wezîra berî di keyn lê ew di ête hijmartin yek ji endamên serkirdayetya Partî Dimokratika Kurdistanê , bi vî rengî bo wê bi ne başy di zivre û her wisa bo mêjuya babê wê yê pêşmergeû Şehîd ji bilî mêjuya Partî ya kevnar , û bi van gotinên xo ewê pitir palpiştya dijmnêt Kurdistanê kir bo çêkirina derzekê di navbera Êzidî û serkirdayetyî u cemawerê PDK de, u bi reya van daxweyanên ne di cihê xweda xanm Çinarê xo tekdayî û her wisa layenê xo jî êxistyî , em daxwaz di kin her yek lidor Êzidîatyê nvîsînekê belav kit bi hişyarî biçte di nav de , û eger zanyaryên dirust li ser oil û civakê Êzidî ne bin bi çi nivîsîn û belavoka hestê wan birîndar ne kin .
Jina Êzidî ji kevinde cihekî berz dinav civakê Êzidî de girtye , ew jî dizivirt bo mêşkê takê Êzidî yê şarstanî û vekirî .
Lewa dîtina xanm Çinar bi vî rengî nayê qebul kirin û em dixwazin partên Kurdistanî saykolojyî û astengên civakê Êzidî berçav wergirin û delîvê ne dene kesekî nakokî yê di nav oil û pêkhatên Kurdistanê de biçînin û kar bête kirin bo danana sinurekî bo belavok û daxweyanyên ne li ast û dijî şarstanyetyê, çenku bi tinê dujminê Kurdistanê mifay jê dibînit
Her wisa em di xwazin hemu serkirde û siyasetmedar di kawdanên wesa de bi hurî serederî bête kirin bo aramkirina hestê xelkê bi taybetî piştî karesata Şingalê
Daxwazê ji dezgehên ragehandinê di kin piştevanya wan nvîsîna nekin yên fitinê û nakokyî jê çêtbitin û li gor yasa û pirensîpên peşeyî reftarê bersiva yek û du bidin , da nebe derfetek dijminên Kurdistanê mifayî jê wergirin û astenga peyda kin , daku îro gelê Kurdistanê bi gehte armancên xo û beref serbexo bunê bi serkirdayetya serok Mes’ud Barzani .
Desteya bilinda bingehê laliş yê rewşenbîrî û komelayetî \ Duhok 21\6\2016
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
