Şêx Şamo : Paşeroj û parastina xelkê Kurdistanê di wijdana serok Barzanî û himeta hêzên Pêşmergeiyda di binin
Çinar Şemo \LMN
bi mebesta pîroz kirina cejnê û palpiştî kirina pêşmergeyan , desteya bilinda bingehê laliş di gel tev tayî û nivesîngehan, iro 7 temuza 2016 , seredana bereyê tilsqif kirin.
her di vê seredanê de bingehê laliş bi tayî û nivesîngehên xwe ve serdana (3) sê baregeran kirin ku ji alyê berêz (Bahjet Avdel) berpirsê leqa 1 û her wisa aqîd (Zêrevan Beroşkî) serokê asayîşa bereyî ve û her wisa seredana fermandeya (Sipîlk) ji alyê berêz (Tarq Harnî) ve hatin pêşwazî kirin.
di gotinên xweda Şêx Şamo serokê desteya bilind ya bingehê laliş , dupat li peyama Masud Barzanî serokê Herêma kurdistanê kir di cejinê da, ku layenên syasî pêk bikin , gotjî wek Kurdên Êzidî û bingehê laliş paşeroj û parastina xelkê Kurdistanê û dewlet bun û serferazya Kurdistanê di wijdanê serok Barzanî û himeta hêzên pêşmergeyî da di bînin ku tinê ewn me di parêzin û bigehinne qunaxa serferazyê .
herwisa serokê desteya bilinda bingehê laliş got “bingehê laliş bi erkê xo yê neteweyî û niştîman perwerî zanî di roja cejinê da seredana vî bereyî bike , hem ji bo pîroz kirina cejinê û palpişty û dupat kirina xo bo pêşmergeyan ku imnahya deverên me di parezin , herdîsan deverên me pitrya wan azad kirine û yên maîn ji bi hîvya wanin , peyameka piştevanî kirnê û wereya wan ya bilind bibe ,bingehê laliş gehande pêşmergey li vî bereyî da.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
