شبكة لالش الاعلامية

Bi piştevanya Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê rêka cot saydê Perstgeha Laliş hate vekirin

Bi piştevanya Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê rêka cot saydê Perstgeha Laliş hate vekirin

Tora Laliş

Evru berî nîvro 11-4-2021 li jêr çavdêrya berêz D.’lî Teter Parêzgarê Duhokê û bi amadebuna berêzan Şêx Şamo Rawêjkarê Serokwezîran bo karubarê Êzdya û Deverdarê Şêxan û berprsê liqê 20 yê partî û Cêgrê Parêzgarê Neynewa û Mîr HazIm Beg û cIvata ruhanî ya êzdyan rê û rIsmên vekIrna cut saydê Perstgeha laliş hatine gêran.
Li berahyê Deverdarê Şêxan bixêr hatina hemûyan kir û grngya wan proja dyarkir yên li deverdarya Şêxan di hêne encamdan û supasya Serukê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Parêzgarê Duhokê û Parêzgeha Neynewa kir bu encamdana çendîn projên xizmetgozarî û bi taybetî supasya Kavîn Grop kir bo çêkrna êka cut saydê Perstgeha Laliş û xwast ku pitr proje li devera Şêxan bihêne encamdan.
Paş filmek li ser kar û çalakyên Kavîn Grop hate nîşandan û lidûvda endazyar Aras Cemal runkIrn dane ser projê cut saydê ku dimawê (30) rojanda ji layê Kavîn Grop hatye encamdan.
Paş Parêzgarê Duhokê di peyvekêda slav ûrêzên berêz Mesrur Barzanî Serukê Hikumeta Kurdistanê gehandne Mîrê Êzdyan û cIvata ruhanî û hemû xelkê deverê û pîrozbahya wan kir bi helkefta vekrna cut saydê perstgeha laliş û hatna Cejna Çar Şembûya sur û gut: Sererayî hebuna çendîn qeyranan lê Hikumeta Herêmê berdewamî daye gehandna projên xzmetguzarî û evro me 12projên cura û cur vekrn û berê binyatî bo hndekên dî dana û li ayndey jî dê jimareka dî ya proja vekeyn herwesa gut: nuke bi bhayê pitr ji(200) milyar dînara proje li sinurê hemû parêzgehê dihêne encamdan.
Parêzgarê Duhokê dest xuşî li hemûlayenan kir yên ku bi dilsuzî projê cut saydê Perstgeha Laliş encamday taybetî kompanya Kavîn Grop ku di mawekê pîvayî (qiyasî) da û bi kwalîtyeka baş encamday ûserkeftin bo grupî xwast.
Her bivê helkeftê peyva Mîrî êzdyan ji layê C’fer Simu hate xandin têda supasya berêz Mesrur Barzanî Serukê Hikumeta Kurdistanê û Parêzgarê Duhokê û hemû layenan kir yên buyne harîkar bo encamdana jimareka proja li devera Şêxan taybet li Perstgeha Laliş ûxwast ku ptir grngî bi devera Şêxan bihête dan taybet nojenkrina mezargeh û cihên olî û şunwarên êzdyan.
Hejî gutinê ye bi piştevanya Serukê Hikumeta Herêma Kurdistanê rêka cut saydê laliş û projê avê û çêkrna kargeheka berheînana zeytê li Perstgeha Laliş bi kujmê ptir ji mlyarek û sed milîon dînara dihêne encamdan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî: Siberojên geş li hêviya gelê me ye

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Nadya Murad dike

Lalish Duhok

Karwanekî 100 kesî ya Kurdên Êzidî yên Rojavayê Kurdistanê, ji bo rêûresmên cejna Cemayê hatin Lalişê.

Lalish Duhok