شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan kir

Serok Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan kir

BasNews- Serok Mesûd Barzanî roja 30ê Çileya 2023an li Selahedînê pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan yê li Iraq û Sûriyê bo şerê dijî DAIŞê General Matthew McFarlane û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de rewşa meydanî ya şerê dijî terorîstên DAIŞê hat gotûbêjkirin û tekezî li ser wê yekê hat kirin ku teror metirsiyeke berdewam e û heta rîşekêşkirina terorê û hizra tundrewî divê civaka navdewletî û Hevpeymanan û welatên navçeyê ligel hev di hewl û hevahengiya berdewam de bin.

Her di vê hevdîtinê de şanda mêvan pesnê rola hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê da û wek hêzeke xurt û xwedî moral wesf kir û diyar jî kir ku Hevpeymaniya Navdewletî dixwaze Pêşmerge bi nefeseke nû û sazî were rêkxistin.

Di civînê de Serok Barzanî spasiya hevkarî û hevahengiya Hevpeymanan kir ligel hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorîstan de û bal kişand ser wê yekê ku hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê gelek qurbanî dane û her dem di xebat û têkoşînê de serkeftin bi dest xistin, ji ber ku xwedî îradeya xwe û li pey dîtina rewa bûye û divê ev berdewam be û piştî niha jî hêzên Pêşmerge bi giyanê niştimanperwerî û îrade û bîrûbaweriyê ve were perwerdekirin û were bihêzkirin.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê 11 kesan bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Em yekem dezgeh bûn ku me xizmeta xelkê Şingalê kir

Lalish Duhok

BARZANÎ DİÇE ÎRANÊ – Di rojevê de ‘Serxwebûn’ jî heye

Lalish Duhok