شبكة لالش الاعلامية

MÛSIL – Artêş nêzîkê dilê DAIŞê dibe

MÛSIL – Artêş nêzîkê dilê DAIŞê dibe

Çavkanî : Rûdaw

Hêzên Artêşa Iraqê li navçeya Geyara 5 gundên din ji dest çekdarên DAIŞê derxistin.

 

Berdevkê Operasyonên Nînova yê Artêşa Iraaqê Rûkin Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku hêzên artêşê di operasyona îro de gondên Ezebye, Hikne, Seran, Cedale û Kirêdî yên ser bi navçeya Geyara, ji destê çekdarên DAIŞê rizgarkirine.

Roja 18ê Hezîranê bi pêşengiya Wezîrê Berevanî ya Iraqê Xalid Ubeydî, Artêşa ıraqê dest bi pêvajoya operasyona rizgarkirina navçeyên Geyara û Şergatê kir.

Navçeya Geyara yek ji mezintirîn navçeya Iraqê ye û 60 km li başûrê bajarê Mûsilê ye. Beriya dagirkirina DAIŞê hejmara şêniyên vê navçeyê 250 hezxar kes bûn.

Herwiha li navçeya Geyara balafirxaneyek û rawestgahek şîmendîferê jî heye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Amerîka êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge bi tundî şermezar dike

Lalish Duhok

Pertoka (Derdê Dila) li Bingehê Laliş tayê Şêxan hate îmzekirin

Lalish Duhok

Ahingek bo zarokên aware li Şarya hat gêran

Lalish Duhok