شبكة لالش الاعلامية

MÛSIL – Artêş nêzîkê dilê DAIŞê dibe

MÛSIL – Artêş nêzîkê dilê DAIŞê dibe

Çavkanî : Rûdaw

Hêzên Artêşa Iraqê li navçeya Geyara 5 gundên din ji dest çekdarên DAIŞê derxistin.

 

Berdevkê Operasyonên Nînova yê Artêşa Iraaqê Rûkin Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku hêzên artêşê di operasyona îro de gondên Ezebye, Hikne, Seran, Cedale û Kirêdî yên ser bi navçeya Geyara, ji destê çekdarên DAIŞê rizgarkirine.

Roja 18ê Hezîranê bi pêşengiya Wezîrê Berevanî ya Iraqê Xalid Ubeydî, Artêşa ıraqê dest bi pêvajoya operasyona rizgarkirina navçeyên Geyara û Şergatê kir.

Navçeya Geyara yek ji mezintirîn navçeya Iraqê ye û 60 km li başûrê bajarê Mûsilê ye. Beriya dagirkirina DAIŞê hejmara şêniyên vê navçeyê 250 hezxar kes bûn.

Herwiha li navçeya Geyara balafirxaneyek û rawestgahek şîmendîferê jî heye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Sozdar Mîdî: Ji Kaniyên Kulturê Zerdeștiyê, Felsefeya Me Ya Ronahî Nasnameya Me Ye

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî ligel Recep Tayyîp Erdogan civiya

Lalish Duhok

Konê Reş: (7. Duhok Internatiyonal Film Festival)

Lalish Duhok