شبكة لالش الاعلامية

Teqîna Qamişlo – Hejmara şehîd û birîndaran 225 kes derbas kir

Teqîna Qamişlo – Hejmara şehîd û birîndaran 225 kes derbas kir

Çavkanî : Rudaw

Li gorî zanyariyên herî dawî, di encama her du teqînên îro yên li bajarê Qamişlo de 50 kes şehîd bûne û zêdetirî 175 kes jî birîndar in.

Îro serê sibehî derdora saet 09:30 2 teqînên bihêz li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çê bûn.

Teqîna yekem bi rêya kamyoneke bombekirî bû û baregeha Asayişê li bazara Taxa Xerbî ya Qamişloyê kire armanc.

Teqîna duyem jî li hemn cihî û bi rêya kesekî xwekuj bû, ku di dema gihîştina tîmên hawarhatinê û alîkariya xelkê bo qurbaniyan çê bû.

Zanyariyên destpêka didan xuyakirin, ku di encama her du teqînan de 40 kes şehîd bibin û zêdetirî 100 kesên din jî birîndar bibin.

Lê belê li gorî zanyariyên herî nû ku ketine destê Rûdawê, hejmara şehîd û birîndaran zêdetir e.

Li gorî agahiyan Rûdawê, ji ber her du teqînên îro yên li Qamişlo herî kêm 50 kes şehîd bûne û zêdetirî 175 kes jî birîndar bûne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî pêşwazî li Usame Nuceyfî kir

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li siyasetmedarê Iraqî Izet Şabender kir

Lalish Duhok

Serok Nêçîrvan Barzanî، sersaxyê li malbata xudê jê razî Şêx Şamo d‌iket

Lalish Duhok