شبكة لالش الاعلامية

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

BasNews – Balyozê Brîtanya li Iraqê pêşwazî li civîna navbera di Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Kurdistanê (YNK) dike û dibêje, welatê wî piştgir û paldere ku Hewlêr û Bexda pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 01.02.2023 li bajarê Hewlêrê, ligel Balyozê Brîtanya yê Iraqê Mark Bryson Richardson civiya.

Di civînê de, her du aliyan tekez li ser pêşxistina têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Brîtanyayê kirin, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê, têkiliyên Hewlêr-Bexdayê û pêşhatên navçeyê bi giştî gotûbêj kirin.

Di derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê de, Balyozê Brîtanyayê pêşwazî li civîna navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê kir û piştevaniya welatê xwe jî ji bo diyaloga di navbera her du aliyan de û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê nîşan da.

Ji aliyeke din ve behsa pirsa yasayên petrol û gazê, bûdceya Iraqê û biryarên Dadgeha Bilind a Federalî û bandora wan ya nerênî li ser rewşa siyasî ya welat hate kirin. Di vê derbarê de Balyozê Brîtanyayê tekezî li ser wê yekê kir ku welatê wî paldere ku Hewlêr û Bexda bi diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

rê û resmên cejna Xidir Alîas çawa tên gêran li vir bi zane

Lalish Duhok

Rêveberê sayloya Kerkûkê û 15 fermanber hatin girtin

Lalish Duhok

Li navçeya Xankê simînarek li dor( Xankê ji komelgehê beref navçedarîbûnê) hate gêran

Lalish Duhok