شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî: Dadgeha Federal ji bo têkdana her rêkeftinekê ligel Hikûmeta Federal tê bikaranîn

Mesrûr Barzanî: Dadgeha Federal ji bo têkdana her rêkeftinekê ligel Hikûmeta Federal tê bikaranîn

BasNews – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê 1ê Sibata 2023an bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di destpêka civînê de, bi boneya bîranîna şehîdên 1ê Sibatê, Serokwezîr bi rêz û pêzanîn, şehîdên karesata 1ê Sibatê bi bîr anî û got: “Di bîranîna şehîdên 1ê Sibatê de, bi navê Encûmena Wezîran, em serê rêz û hurmetê ji bo şehîdên me yên nemir ditewînin. Herwiha em pabendbûna xwe bi berdewambûna li ser rûbirûbûna teror û terorîstan û hizra tundrewiyê dubare dikin.”

Di birgeya yekem a civînê de, bernameya danûstandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Hikûmeta Federal, ji aliyê serok û endamên şandê ve hat pêşkêşkirin, bi mebesta pesendkirina civînan di ber ronahiya vê bernameya pesendkirî de.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî dubarekirina daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina kêşeyan bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê û rêkeftina aliyên pêkhêner ên hikûmetê û karnameya wezarî ya kabîneta nû ya hikûmeta Iraqê, amaje bi wê yekê kiriye ku ewê li ser Herêma Kurdistanê û şanda Herêmê dikeve, ji bo gihîştina rêkeftinê encam daye, loma ew li benda Hikûmeta Federalî ne ku pabendî cîbicîkirina rêkeftinan be. Herwiha diyar kiriye ku mixabin Dadgeha Bilind a Federal tê bikaranîn ji bo têkdana her rêkeftinekê ku ligel Hikûmeta Federal ji bo çareserkirina kêşeyan têne kirin. Serokwezîr hêviya xwe aniye ziman ku projeyasaya budceya 2023an demildest were pesendkirin û maf û heqên destûrî yên Herêma Kurdistanê jî werin dabînkirin.

Beşa duyem a civînê, gotûbêjkirina li ser mijara kaxezên darayî yên li Herêma Kurdistanê bûye.

Encûmena Wezîran, Wezaretên Darayî û Aborî, Bazirganî û Pîşesazî, Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan û Fermangeha Hevahengiyê û Lidûvçûnê raspartiye ku di demeke nêz de, têbînî û raspardeyên xwe derbarê vê mijarê de di çarçoveya raportekê de amade bikin, da ku di civîna Encûmena Wezîran de biryara pêwîst li ser vê mijarê were dayîn.

Di beşa sêyem de, çareserkirina kêşeya desteberiya bankî ya projeyên rawestiyayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye axaftin û gotûbêja pêwîst li ser vê mijarê hatiye kirin, ji vî alî ve çendîn pêşniyar û rasparde ji bo çareserkirina kêşeyê hatine pêşkêşkirin û pesendkirin.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî piştevaniya xwe ji kabîneya nû re ragihand

Lalish Duhok

Nivîsîngeha Laliş Dêrebûnê konfiransê xwe gêra û desteya nû hate helbijartin.

Lalish Duhok

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Rûsyayê li hev dicivin

Lalish Duhok